Konê çalakiyê ya li taxa Newroz, hate gulebarankirin

Kurdên li taxa Newroz ya bajarê Kerkûkê, ku li dijî dagirkirina malên xwe derdikevin duh rastî êrişekî çekdarî hatin.
Li gorî agahiyan duh bi şev kesek ne nas, konê çalakiyê gulebaran kir.

Artêşa Iraqê 7 rojin ketiye nav taxa Newroz ya Kerkûkê û dixwaze şêniyên wir malên xwe vale bikin.

Artêş dixwaze di malên Kurdan de malbatên Erebên biyanî bicih bike.

Hê jî leşkeran malên li taxê yên dagirkirine vala nekiriye.

Li beramberî vê hewldanê xelkê taxê kon vedaye û li ber xwe didin.

Duh bi şev, ji aliyê kesek ne nas ve, konê çalakiyê yê li taxa Newroz dema ku çalakvan di hindirê kon de bûn, hate gulebarankirin.

Di encama gulebaranê de ti ziyanên canî çênebûn.

Piştî buyerê polîsên Iraqê ji bo girtina kesê gulebarandî lêkolîn dan destpêkirin.

Wezîrê Dadê yê Iraqê: Kes nikare taxa Newroz vale bike

Back to top button