Piştî ragihandina rewşa awarte li Bakur û Rojhilatê Sûrî, şêniyên navçeya Zirganê, tevlî dewreyên perwerdeya çekan û destwerdanên lezgîn dibin û xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk amade dikin.
Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Navçeya Zirganê Esma Silê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên dijwar li ser navçeya Zirgan pêk tîne.
Esma Silê bal kişand ser israr û berxwedana gel û wiha got: tevlî hemû êrişan jî xebatên me yên saziyên li navçeyê bê tirs dewam dike.
Hevseroka Meclisê teqez kir ku ew ê li himber gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.
Esma Silê da zanîn ku perwerdekirina gel li ser awayê bikaranîna çekan, destwerdana lezgîn bi rêya komînan pêk tê.