Êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê didome.
Dewleta Tirk doh careke din gundên Til Temir û Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.
Artêşa Tirk doh derengiya şevê gundê Um Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.
Çend saet beriya êrişa li ser Til Temir artêşa dagirkere gundên Şaele, Til Eneb, Nêrebiye, Cuba, Til Çeçan, Til Madîq, Semûqa û bendava Şehba yên herêma Şehbayê jî topbaran kirin.