Bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed anî ziman ku kîna dewleta Tirk li hemberî jinên Kurd, encama tirsa ji têkoşîn û berxwedana jinan e, lewra êrîş dike. Ilham her wiha banga rawestandina sûcên dewleta Tirk kir. 

Her wiha Endamê komîteya Navendî ya PDKS Gêlo Îsa jî, diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî rojane komkujiyan pêk tîne û teqez kir ku bi milyonan wê şopdarên şehîdan bin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Reqayê Xalid Berkel jî, êrîş şermezar kir û destnîşan kir ku tevî êrîşan ew ê projeya xwe ya demokratîk pêk bînin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Hevserokê Buroya PYD’ê li herêma Firatê Ehmed Şêxo jî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên terorîst wê berxwedan û vîna wan xurttir bikin..

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos jî derbarê bombebarana dewleta Tirk ya li ser Kobanê û şehîdkirina 3 jinan hevxemiya welatê xwe anî ziman..

Her wiha li ser medyaya civakî jî Haştaga “Tirkiye dewletek terorîst e” hat vekirin..

Back to top button