Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê jî Roja Kobanê ya cîhanî hate pîroz kirin.
li ser navê şêniyên Wargehê Cîgirê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Robar Îlhan axivî û got :
“Kobanê sembola serketina Rojhilata Navîne.
Di bin pêşengtiya Rêber Apo de komara Tirkiyê cara destpêkê di Kobanê de hat şikandin.
Sinorê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de hate rakirin û Lozan parçe kir.
Berxwedan 40 salan ya têkoşerên azadiya Kurdistanê li Kobanê gihişt lotkeya herî jor. ”