Dêra Zor-Asayîşê çeteyekî komên xirabkaran girt

Asayîşê li gundewarê Dêrezorê çeteyekî komên xirabkaran girtin.

Derbarê mijarê de Asayîşê li ser malpera xwe ev agahî parve kirin:

31’ê Cotmehê, Hêzên me çeteyekî komên ku rêjîma Sûriyê piştgiriya wan dike li rojavayê Dêrezorê girtin.

Her wiha gelek çekên ku bi wî çeteyî re bû jî ketin destê hêzên me yên Ewlehiyê de, ew çek jî ev in:

  • 4200 mermiyên kilaşînkovê
  • 6020 mermiyên BKS
  • Rokêtek Rûsî
  • Sindoqên textî yên narincokan ku 40 bombeyên êrîşê, 10 sewai’q û du qutîkên sewai’qê tê de hebûn.
  • 43 çekên avêtina rokêtan ên li ser mil
  • 44 heşweyên çekên avêtinê

Asayîşê diyar kir ku ev çek ji bo têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê hatibûn amadekirin.

Asayîşê bang li welatiyan kir ku li hember van koman hişyar bin û tevgerên wan ragihînin.

Back to top button