Li Soçî civîna sêalî

Êrîvan û Bakû di mijara Qerebaxa Çiyayî de nêzî çareseriyê bûn.
Di civîna sêalî ya li Soçiyê ku bi mazûvaniya Serokê Rûsya Putin pêk hat de, îşaret bi çareseriyeke dîplomatî hate kirin.
Lîderên Azerbeycan û Ermenîstanê diyar kirin ku wê di mijara çareserkirina herêma Qerebax a çiyayî de hêz neyê bikaranîn.

Piştî şerekî herî bixîn yê navbera Êrîvan û Bakû civîneke sêalî pêk hat.

Li bajarê Soçî yê Rûsya bi mazûvaniya Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Alîyev civîneke sêalî pêk hat.

Putin di lûtkeya ku piştî şerê herî bi xwîn ên di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê ji rojnamevanan re got,

“Civîna pir sûdmend bû û ji bo lihevkirinên muhtemel ên paşerojê atmosferek pir baş hate afirandin.

Rûsya wê bi hemû hêza xwe ji bo peydakirina rêkeftineke dawî û berfireh, tevger bike.”

“Wê di mijara Qerebaxê de hêz neyê karanîn”

Di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtina ku bi navbeynkariya Rûsyayê hat kirin de, Azerbeycan û Ermenîstanê soz dan ku di mijara xaka Qerebaxê de hêzê bikar neînin.

Her du welatan jî li hev kirin ku “hemû pirsgirêkan li ser esasê serwerî û yekparçeyiya axê çareser bikin.”

Putin bi Paşinyan û Aliyev re civiya

Beriya lûtkeya sêalî Putin bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re cuda cuda hevdîtin pêk anî.

Paşînya got:

Ya herî girîng misogerkirina aştiyê ye.

Divê leşkerên Azerî ji herêmên ji hêzên aştiyê yên Rûsya lê ne vekişin.

Û girtiyan serbest berdin.

Putin pişt re bi Îlham Aliyev re civiya.

Aliyev ji ber lezkirina pêvajoya asayîbûnê li herêma Qerebaxa Çiyayî spasiya hempîşeyê xwe yê Rûs kir.

Di şerê Îlonê de 286 kesan jiyana xwe ji dest dabûn

14’ê Îlonê ji ber şerê di navbera Êrîvan û Bakûyê ku li herêma Qerebaxa Çiyayî pêk hat de, 286 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo dawî kirina şer, Amerîka navbeynkarî kiribû.

Piştî hewildanên dîplomatîk a Bruksel û Washingtonê, Wezîrên Karê Derve yên Azerbaycan û Ermenistanê, 3’ê Cotmehê dest bi nivîsandina peymana aştiyê ya paşerojê kirin.

Back to top button