Hevşaredarên HDP’î diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re şer, alozî û pirsgirêkên civakî zêde dibin û gotin: “Divê li Tirkiye û Kurdistanê hemû gel li hemberî vê rabe.”
Hevşaredarên Partiya demokratîk a Gelan HDP’ê der barê tecrîda girankirî ya li ser Apo nirxandin kirin..
Hevşaredarê Gevera Colemêrgê Îrfan Sari ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re aloziyên civakî mezin bûne û wiha got: “Vekirina deriyên Îmraliyê ji bo ji holêrakirina vê zilmê, şansek e.
Divê hemû beşên civakê bi awayekî demokratîk dengê xwe bilind bikin.”
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr jî axivî û bal kişande ser redkirina Rêber Apo ya hevdîtina bi CPT’yê re û got: “Redkırına hevditina bi CPT’yê re peyameke ji me re.”
Hevşaredara Hezoya Êlihê Nazîme Avciye jî bi lêv kir ku di şexsê Rêber Apo de tecrîd li tevahiya herêmê belav bûye û bang kir ku divê gelê kurd li hemberî tecrîdê yekîtiya xwe xurt bike.
Hevşaredara Stewra Mêrdînê Gulistan Oncuyê jî destnîşan kir ku tecrîd wêrankirina civakên Tirkiye û Kurdistanê ye û got: “Divê li Tirkiye û Kurdistanê hemû gel li hemberî vê rabe. ”
Hevşaredara Pirsûsa Rihayê Xedîce Çevîke jî diyar kir ku tecrîd sîstemek e ku ji bo tunekirina hemû nirxên civakê hatiye avakiri û got: “Ger tecrîd rabe wê gel û jin azad bibin û ev jî bi kêrî hikûmetan nayê.”
Endama Lijneya Rêveberiya Herêmên Xwecihî ya HDP’ê Oznûr Evîn jî ev yek anî ziman: “Me dît ku qeyûm bi girankirina tecrîdê re hatin û li dijî hemû destkeftiyên jinan êrîş pêk hat.
Dengderxistina li dijî tecrîdê herî zêde erka jinan e”
Hevşaredara Qereçobanê Remziye Sonmez jî da zanîn ew vê tecrîdê û vî şerî qebûl nakin û ev bang kir:
“Çawa ku me nehişt Kobanê bikeve, divê em bi hev re li hemberî tecrîdê jî li ber xwe bidin.”



