Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 82 roj in didome

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê serhildana gel, bi grevên giştî dewam dike. Tevî êriş û gefên dewleta Îranê jî gel çalakiyên bi daxwaza azadiyê îro jî domandin. Li aliyê din hêzên dewletê careke din gelek kes binçav kirin.

Serhildan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jin û xwandekaran 82. roje didome.

Greva giştî ya ku doh dest pê kirî, bi heman armancê îro jî dewam dike.

Gireva Giştî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 2. de dewam kir

Piştî bangawaziya ji bo pirotestokirina dewleta Îranê, li 29 bajarên kurdan esnafan dikanên xwe venekirin û tevlî girevê bûn.

Xelkê Sinê di çilrojiya Sarîna Saêdî de ew li ser gora wê bi bîr anîn û li wir careke din dirûşmeyên bi daxwaza azadiyê berzkirin.

Li ser asta Îranê jî li parêzgehên Tahran, Esfehan, Kirman, Faris, Hemdan û gelek herêmên din esnafan dikanên xwe venekirin û tevlî grevê bûn.

Duh bi şev jî li bajarê Tehran, Meşhed, Zencan, Erak û Esfehan gel li qadan bû.

Gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan e

Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî gel li qadan bû û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxwaza azadiyê kirin.

Ciwanên Seqizê jî barageheke ajanên dewletê dan ber agir.

Xwendekarên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî careke din tevlîbûna dersan pirotesto kirin û daxwaza azadiya xwendekarên girtî kirin.

Karkeran jî çûyîna ser kar pirotesto kirin û daxwaza mafê xwe kirin.

Hêzên dewleta Îranê zêdetirî 16 çalakger girtin

Li dijî vê serhildanê, hêzên dewleta Îranê jî operasyona girtinê dewam kirin.

Hate zanînê ku li bajarê Rebetê hêzên dewletê zêdetirî 16 kes girtine.

Li aliyê din, dewleta Îranê, daxuyaniya Mihemed Cehfer Muntezrî Serdozgerê Giştî yê Îranê ya ku ragihandî karê Polîsên Exlaq yên Îranê hatiye rawestandin, derewand.

Back to top button