Roja Aştiyê ..468 sazî û rêxistin civakî li Amedê xwestin pirsgirêka Kurd bê çareser kirin

468 Sazî û sendîkayên civakî, Rêxistinên Ked û Pîşeyî, tekildarî 1’e Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê bi dirûşmeya “Berî Hertiştî Aştî” li Qada Şêx Seîd ya li Amedê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ew bi daxwaza aştiye hatine ba hev û divê ew bi israr li ser aştiya ku hemû aliyê civakê daxwaz dikin rawestin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Sedemên bingehîn yên pirskirêkên hiqûqî, mafê mirovan û demokrasiyê ên li Tirkiyê çareser nekirina pirskirêka Kurde, ji ber wê yekê Tirkiye îro di nava qirîzê de ye.

Ev yek jî bi awayekî eşkere nîşan dide ku bi şer tiştek çareser nabe.

Em wek sazî û sendikayên sivîl careke din bi bîr dixin ku divê rojeva Tirkiye aştî be ne şer.”

Daxuyanî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.

Back to top button