Doza girtî û siyasetmedarên Bakûr di roja 2. Dewam dike

Dewleta Tirk a qirker ji ber xwedîderketina HDP’ê ya li dijî êrişên DAIŞ’ê li ser Kobanê HDP’ê didarizîne.

Rûniştina 4’an ya Doza Kobanê ku doh destpêkir îro di roja 2. de pêk tê.

Rûniştina 4’emîn a Doza Kobanê Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û siyasetmedar, rêveber û endamên HDP’ê yên berê û yên niha ji dozê tên darizandin.

Bi giştî 108 siyasetmedar jê tên dadgehkirin.

Rûniştina 4’an a dozê, doh li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Girtîgeha Sîncanê ye bi parastina siyasetmedaran rûniştin pêk hat.

Doh hin siyasetmedar têkildarî dozî bi amadebûna parêzerên xwe xwe parastin, doz îro di roja 2. de wê bidome.

Back to top button