Parlemena Libnanî bawerî da hikûmeta “Necîb Mîqatî”

Parlamena Libnanî di rûniştina Meclisa Parlamenteran de bawerî da hikûmeta Necîb Mîqatî..

Di encama rûniştinê de, ya ku 8 saetan dirêj kir, 85 parlamenteran bawerî da hikûmeta Mîqatî ya nû..

Li gor serokê Mecilsa Parlamenteran Nebîh Birrî, 15 parlamenteran jî ji dana baweriyê vekişiyan..

Necîb Mîqatî piştî wergirtina baweriyê got divê ji nû ve guftûgo digel Banka Navdewletî werin destpêkirin.. da ku Libnan ji krîza aborî rizgar bibe..

Mîqatî her wiha anî ziman ku ew ê têkiliyan digel dewletên cîran û Ewropayê xweş bikin..

Back to top button