Eric Coquerel: Ji bo HDP û doza Kobanê gereke zext li Tirkiyê bê kirin

Parlamenterê çepgir ê Fransayê Eric Coquerel, ji bo HDP û doza Kobanê banga zextê li Tirkiyê kir.

Parlamenter Eric Coquerel yek ji endamên şandiye ku ji bo şopandina Doza Kobanê serdana Enqereyê kiribû, diyar kir ku di vê dozê de gelek mafên mirovan ên li dijî pîvanên demokrasiyê hatine binpêkirin.

Coquerel teqez kir “eger çareserî ji doza Kobanê re neyê dîtin, wê di pêşerojê de, da ku HDP bi temamî bigirin, dozeke duyemîn bidin destpêkirin.”

Parlamenterê çepgir ê Fransayê bang li Wezîrê Derve Jean-Yves Le Drian kir û got:

Ji bo nirxandina vê pirsgirêka lezgîn û bersiva Fransayê ya li hemberî vê yekê, bi me re hevdîtinê bike.”

Back to top button