Bo qebûlkirina pêşnûmeya “Piştevaniya Rojava” KON-MED bang kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) bang li SPD’ê kir ku pêşnûmeya “Piştevaniya Rojava” qebûl bike û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî bikeve tevgerê.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Almanyayê wê di 9’ê Gulanê de bi rengekî awarte kongreyekê li dar bixe.

Ji bo vê kongreyê, Rêxistina Eyaleta Berlînê ya SPD’ê bi navê “Piştevaniya bi Rojava re” pêşnûmeyek ji 20 xalan pêşkêş kir.

KON-MED nameyek ji SPD’ê re şand û got:

“Eger ev pêşnûme hat qebûlkirin wê hevkariyeke mezin li ahengiya guhertina siyaseta derve ya Almanyayê were kirin.

Ji bo Kurdan jî cihê kêfxweşiyê ye ku pirsgirêkên civaka wan bên nîqaşkirin û dê ji bo çareseriya aştiyane-mayînde li Almanyayê bibe nîşaneyeke baş”.

Back to top button