Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, gundekî Girê Spî yê dagirkirî ji kehrebe û avê bêpar hiştin.
Ajansa nûçeyan ya HEWAR’ê ragihand ku li Girê Spî yê dagirkerî çeteyên dewleta Tirk transformatorê kehrebeyê yê gundê Ketar yê navçeya Silûkê rûxand.
Ajansê diyar kir ku piştî wê, çeteyan kebl û tiştên di nava transformatorê de dizîn û di encamê de, keherbe û av bi temamî li ser şêniyên gund qut bûye.