Erdhej Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê çêbû 4 jê zarok, 7 kesan li Wanê jiyana xwe ji dest da

Xelkê bajarê Xoy û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê îro bi erdhejê şiyar bûn.

Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê saet di 08.53’yan de bi pîleya 5.9 erhejek çêbû.

Di heman demê de, li başûrê bajarê Urmiye jî, bi pileya 5.7 erd hejiya.

Erdhej li navçe û bajarên derdorê jî hate hîs kirin.

Erdhej li bajarên Bakurê Kurdistanê Colemêrg, Îdir, Qers û Wanê jî hate hîskirin.

Li gorî wezareta Hindur a Tirkiyê jî di encama erdhejê de, 7 kes li gundê Elbis yê navçeya Ebax a Wanê jiyana xwe ji dest daye.

Meha borî li bajarê Xarpetê yê bakurê Kurdistanê bi pileya 6.7 erd hejiya û di encamê de 41 kesî jiyana xwe ji dest da û bêhtirî hezar û 600 kes jî birîndar bûn.

Back to top button