Li Efrînê çetayan li navçeya Şera 2 ciwan revandin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ku Efrîn dagir kirine, rojane sivîlan direvînin û di berdêla wê de fîdye dixwazin.

Herî dawî çeteyan 2 şêniyên navçeya Şera revandin.

Çeteyên dewleta tirk, li gundê Şîltetê yê navçeya Şera ya Efrînê ciwanên kurd yên bi navê Ehmed Mihemed, Ehmed Hemo revandin.

Çeteyan bi tewana ku her du ciwanan karê qaçaxiyê dikin revandin û birina navendek xwe li Dêr Sewan a navçeya Şêrewa.

Rêxistina mafên mirovan a Efrînê raghandibû ku, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, çeteyan 6 Hezar sivîl revandine û çarenûsa 3 hezar û 300 kesî jî heta niha, nediyare.

Back to top button