Heyva Sor a Kurdî li kampa Erîşa nuqteyê tenduristî alîkariyê koçberan dike

Heyva Sor a Kurdî li gorî derfetên heyî li kampa Erîşa ya Hesekê pêwistiyên tenduristiyê yên koçberan pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de heta niha Heyva Sor xizmeta tenduristiyê ji zêdetirî 14 hezar koçberan re kiriye.

Ji ber şerê di navbera çeteyên dewleta tirk û rejîmê û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser bakurê Sûrî de bi sedhezaran kes koçber bûne.

Beşeke mezin ji van koçberan jî berê xwe dane herêmên ewle yên bakur û rojhilatê sûrî.

Bivî awayî zêdetirî 14 hezar koçber ji gelek parêzgehên Sûriyê û koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kampa Erîşa ya kantona Hesekê dimînin.

Kamp bi 30 km li başûrê bajarê Hesekê ye.

Heyva Sor a Kurd di kampê de nuqteyek tenduristiyê vekiriye û li gorî derfetan xebatên tenduristiyê pêşkêş dike.

Di nuqteya tenduristiyê de beşa hundirîn, zarok, jin û destwerdana lezgîn heye.

Koçberê bi navê Rakan El-Ibêd diyar kir ku nuqteya tenduristiyê xebatên xwe li gorî derfetên heyî pêşkêş dike.

Endamê Meclisa Kampê Hesen El-Hac jî ji ber xebatên tenduristiyê li nava kampê spasiya xebatkarên Heyva Sor a Kurd kir.

Hevserokê Rêveberiya Kampê Zahir El-Xerbî xemsariya rêxistinên navnetewî ya li hemberî koçberan rexne kir û got:

Ger kêmasî di nuqteyê de çêbibe, ew jî ji ber ku rêxistinên mirovî alîkariyê bi mere nake ye.

Pêwîstiya nuqteyê bi desteka rêxistinan heye.

Em bang li rêxisitnê mirovî dikin ku di warê tendurisiyê de alîkariya me bikin.

Back to top button