Li Qamişlo serkeftina yekemîn emeliyeta cudakirina cêwiyan “Siyamî”

9’ê Kanûnê li nexweşxaneya Ş. Xebat a Qamişlo emeliyeta cudakirina cêwiya siyamî pêk hat. Ev Emeliyat piştî derbasbûna 2 mehan ji dayikbûna wan pêk hat. Ji xwe tê zanîn yek ji cêwiyan beriya emeliyetê wefat kir. Heyva Sor a Kurd ji bo şîrovekirina hûrgiliyên serkeftina yekemîn emeliyeta cudakirina cêwiyan li Bakur û Rojhilata Sûriyê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîna çapemeniyê li hola Zana a li Qamişlo li dar ket.

Tê de, tîma bijîşên beşdarî emeliyetê bûye, malbata zarokê rizgar bûyî, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl amade bûn.

Di civînê de hevseroka Heyva Sor a Kurd û bijîşkên ku beşdarî emeliyatê bûn axivîn û gotin:

“Emeliyet bi pisporiyên herêmê li gel rewşên zehmet, kêmderfetiyan û dorpêçê bi ser ket. Ev serkeftin li serkeftinên din ên li herêmê zêde dibin û sembola serkeftina Rêveberiya Xweser e.”

Dawiyê spasiya malbata cêwiyan, Heyva Sor a Kurd û tevahî kesên beşdarî emeliyetê bûne, hat kirin.

Civîn bi xelatkirina tîma bijîşkî, ji hêla hevserokên Heyva Sor a Kurd ve hatin xelatkirin.

Back to top button