Piştî berxwedana dîrokî ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran ya li ser rêber Ocalan bû, sirgûn û êşkenceya li dijî girtiyan didome.
Hat zanîn ku dema girtî ji Tarsûsê sirgûnî Mereşê hatin kirin, êşkence li wan hatiye kirin.
Ahmet Nas ê ku li Girtîgeha Tarsûsê ku di berxwedana greva birçîbûnê de cih digirt bi 3 hevalên xwe re beriya 2 hefteyan sirgûnî Girtîgeha Turkoglû ya li Mereşê hatin kirin.
Dema sirgûnê de lêdan li 4 girtiyan hate kirin, tê de çengê girtiyekê hate şkandin.
Têkildarî mijarê mamê Ahmet Nas, Mehmet Nas ê li Elmanyayê dijî axivî.
Mehmet Nas da zanîn ku Parêzer û malbat dixwazin hevdîtinê bikin lê destûr nayê dayîn û banga bihîstiyarbûnê li raya giştî kir.
ZEXTÊN HIKÛMETA AKP’Ê LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ, ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN DIDOMIN
http://mezopotamyaajansi14.com/kr/HEM-NCE/content/view/65888
Her wiha li girtîgeha Xarpêtê binpêkirinên der heqê girtiyan de derdikevin holê.
Hat zanîn ku Gardiyanên Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi hinceta bi odeya cîranên xwe re axivîne li girtiyan dan.
Gardiyanan 15 girtiyan birîndar kirin, ku tê de girtiyê bi navê Medenî Kiye bi giranî birîndar bû û êdî nema dikare biaxive.