Ji bo betalkirina biryara li dijî pêşengên Kurdan name ji Blinken re hat şandin

Ji bo betalkirina biryara girtina pêşengên PKK’ê, Komîteya Rewşa Lezgîn a Ji bo Rojava name ji wezîrê kar dervê yê Amrîka Anthony Blinken re şand.

Di nameyê de ji rêveberiya Biden hate xwestin ku siyaseta durû ya serokê berê yê DYE’yê Donald Trump a li dijî Kurdan berde..

Hate ragihandin ku nûkirina biryara li dijî lîderên PKK’î Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan, rê dide Tirkiye mafan binpê bike.

Hate diyarkirin ku stratejiya AKP’ê li dijî berjewendiyên DYE ye, lewma divê ev siyaset bê terikandin.

Dawiyê hat gotin ku PKK nerêxistineke terorîst e, rêxistineke rizgariya neteweyî ye û hate xwestin ku xelata ji bo girtina pêşengên PKK’ê hat danîn bê betalkirin.

Back to top button