Dewleta Alman li ser daxawaza Tirkiyê siyasetmedarên Kurd digre

Almanya li ser daxwaze Tirkiyê, siyasetmedarên kurd yên bi navê Saîd Ozturk û hûnermendê Kurd Mazlûm Dora binçavkir.

Polîsên Alman dûh li bajarên Heîlbronn û Esslîngen ên Almanyayê, li ser malên kurdan de girtin.

Di encam serdegirtina malan de Hevserokê FCK-BW Bayernê Sa’îd Ozturk û hunermend Mazlûm Dora hate binçavkirin.

Ev serdegirtin ji hêla kurdên li Almanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de gel bi bilindkirin al, bi avîtina dirûşmeya “Azadî ji girtiyên siyasî re” herikîn qadan.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Almanyayê KON-MED’ê diyar kir ku dewleta Alman bi têkiliyên xwe yên gemar bi dewleta Tirk re Kurdan dike armanc.

 

Back to top button