Gundên Efrînê careke din bûn armanca êrîşên dagirkeran

Tevî hemû sûcên wan li Efrîna dagirkirî, êrîş jî ranawestin û gundên wê her dibin armanca êrîşên dagirkeran. Herî dawî gundên Merenaz û Elqemiyê yên Şerayê topbaran kirin.

Sibeha îro û weke her roj artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efîrna dagirkirî, topbaran kirin.

Encama topbaranê heta niha nehatiye naskirin.

Back to top button