Li Colemêrg û Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin

Li Colemêrg û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî de nêzî 30 kesî hatin binçavkirin.

Li Colemêrgê, navçeyên wê Gever û Çelê polîsan di heman demê de girtin ser gelek malan.

Dayikên Aştiyê jî di nav de, nêzî 30 kesî hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr a Colemêrgê.

Navên kesên li Colemêrgê hatine binçavkirin wiha ne:

“Seher Karagoz, Hemaîl Vural, Mahsûma Akin, Ferîde Agrali, Emîne Ozdel, Suheyla Saygi, Fatma Bulut.”

Her wekî li Edeneyê polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan.

Di lêgerîna li malan de gelek kes binçavkirin.

 

Li Mêrsînê 11 kes hatin binçavkirin

Back to top button