Rûspiyên eşîrên Êzdî: dixwazin Kurdan ji hev qut bikin

Rûspî Êzidî diyar kirin ku dîwar di navbera Şengal û Rojava ji bo berjewendiyên Tirkiyê tê lêkirin.

Ji rûspiyên eşîra Dena ya êzidî Derbo Delf anî ziman ku dewleta Tirk li pey planên li hember Kurdan in û got:

”Armanca dewleta Tirk ew e ku bi rêya qutkirina kurdan ji hev, hebûna xwe li wir xurt û bi hêz bike.

Ji ber ku yekitiya kurdan ne li gorî berjewendiya wî ye, li hember vê gerek Kurd ji hev wut nebin.”

Rûspiyê heman eşîrê Îsmet Kalo jî diyar kir ku armanca sereke ji lêkirina dîwar qutkirina têkiliyên herdu aliyan e.

Îsmet Kalo anî ziman ”Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, yên alîkarî dan û hiştin rizgar bibe hêzên gerîla û gelê Rojava bûn. Lê aliyên dijber dema dîtin ku di krîzan de alîkariya Şengalê tên kirin, dîwar lêkirin.”

Back to top button