Hêzên Rizgariya Efrînê, qada çalakiyên xwe li dijî Artêşa Tirk a Dagirker û çeteyên berfireh kiriye..
Herî dawî di encama 2 çalakiyên cuda de, 4 çeteyên Dewleta Tirk li Efrînê hat kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku, 6 Nîsanê dema maşîneyek çeteyên Dewleta Tirk dibistan û malên şêniyên gundê Cilbirê yê Şêrawa xera dikirin, kirin hedef.
Di encamê de maşîne hat rûxandin, û çeteyê tê de hat kuştin.
Di heman rojê de, Hêzên rizgariyê eşkere kirin ku hêzên wan li dijî baregeheke koma çete ya bi navê “Firqet Sultan Murad” a li gundê Cilbirê çalakiyek pêk anî.
Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Doh jî Hêzên Rizgarriya Efrînê ragihandin ku, di çalakiyên li Mari û Efrînê de, 7 çete hatine kuştin.