Li Başûrê Kurdistanê jî bertekên li dijî komkujiya Zaxoyê didome.
Di vê derbarê de li Silêmaniyê, Xaneqîn û Mexmûrê çalakî pêk hatin.
Hizba Kominîsta Karkerên Kurdistanê ji bo şermezarkirina komkujiya Zaxo çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de li ser navê Hizbê daxuyaniyek hat dayîn û tê de bang li gel kir ku li dijî êrişan rabin.
Li Xaneqînê jî gel li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk daketin qadan û çalakî kirin.
Xelkê wê deverê weke helwest li dijî êrişan ala Tirkiyê şewitandin û komkujî şermezar kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî bertek li dijî komkujiyê derketin.
Di çalakiya wan de jî li ser navê Meclisa Gel a wargehê daxuyaniyek hat dayîn.
Meclisê bang li hikûmetên Başûr û Iraqê kir ku baregehên Tirkî ji Başûr û Iraqê derxînin.
Li Silêmaniyê, Xaneqîn û Mexmûrê Komkujiya Zaxo hate şermezarkirin