Ji balyozê Tirkî re hat gotin hêzên xwe ji axa Iraqê derxînin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê li ser komkujiya Zaxoyê bang li balyozê Tirk ê li Bexdayê kir û jê xwest hemû hêzên Tirkiye ji nav xaka Iraqê derkevin.

Ji ber komkujiya dewleta Tirk a ku roja çarşemê li gundê Perex yê Zaxoyê pêkanî, Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li balyozê Tirkiye yê Iraqê Alî Riza Guney kir.

Wezareta Karên Derve têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wezareta karên derve ji balyozê Tirk re gotiye wê ji niha û şûn de Iraq li beramberî van bombebaranan bêdeng nemîne.

Her wiha ji balyozê Tirk re hatiye gotin, divê Tirkiye hemû hêzên xwe ji nava xaka Iraqê bikêşe û li dijî van sucan mafê Iraqê heye hemû tedbîran bigire.

Back to top button