Ji fermandarên QSD’ê Zana Kobanê: Ev şer wê dawiya dagirkeriya Tirk bîne

Ji fermandarên QSD’ê Zana Kobanê piştrast kir ew ê li hember êrişên dewleta Tirk heta dawî parastina gel bikin.

Zana Kobanê anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide herêmê dagir bike û got:

“Divê Tirkiyê zanibe eger ew êrişî herêmê bike wê ev şer ne weke şerê berê bin.

Ev ê bibe şerê hebûn û nebûnê û dawiya dagirkeriya Tirk bîne.”

Fermandar Zana diyar kir ku kesên li herêmê ne terorîst in xwediyên vê xakê ne û piştrast kir ew ne alîgirên şer in, lê eger êriş pêk were wê li hember wê bisekinin.

Dawiyê, Zana Kobanê bang li gel kir ku li derdora hêzên xwe yên parastinê kom bibin.

Back to top button