Li dijî êrişên dewleta Tirk a li Zaxo û hrêmê, duh çalakî li çend deverên herêmê hebûn.
Li Kobanê, Hesekê, Reqa û Tebqayê çalakî pêk hatin.
Şêniyan di çalakiyan de bi tundî ev êriş şermezar kirin û banga esabxwestina ji Tirkiyê, li qada navdewletî kirin.
Li hember komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê, ji Rojavayê Kurdistanê jî bertekên tund tên nîşandan.
Di vê der barê de Ciwanên Şoreşger li Kobanê bi meşekê ev komkujî û êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.
Piştî meşê, ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed a Sûriyê Derwîş axivî.
Şêniyên Hesekê: Hikumeta Iraqê berpirsa êrişê ye
Li Hesekê jî şêniyan bi daxuyaniyekê hedefgirtina sivîlan li Zaxoyê şermezar kirin û gotin:
”Hikûmeta Iraqê berpirsa komkujiyê ye ji ber ku li hember binpêkirinên domdar ên Tirkiyê bêdeng bû.”
Şêniyan bang li Netweyên Yekbûyî û civaka navnetweyî kir ku hesab ji Erdogan bixwazin.
Li Tebqa û Reqayê êriş hatin şermezarkirin
Li Tebqayê jî bi heman armacnê meşek pêk hat û bi sedan kes tevli bûn.
Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Şehîd Hanî El-Ilês rawestiya.
Li wir, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek hat xwendin û tê de êriş hatin şermezarkirin.
Hat gotin Erdogan bi hinceta şerê li dijî terorê herêmên sivîlan dike armanc û li hember wê jî cîhan bêdeng e.
Ev meş jî ya li Reqayê ye.
Li vir jî bi sedan ji ciwanên bajêr daketin kolanan û li dijî êrişên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan dan.