Şêniyên Kobanê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga berxwedanê li hemberî planên dagirkeriyê kir.
Şêniyên Kobanê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û bi diruşmeya “Qatil Erdogan” û “Bimire xiyanet” dest bi meşekê kir.
Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Ehmed Derwîş axivî û got:
“Duh Zaxo bû û îro herêma di navbera Hesekê û Amûdê de bû. Mijar hedefgirtina kurdan li her dever ye, sedem ew e ku Erdogan di hundir de têk çûye.
Em wekî ciwan û QSD’ê em ê hedekî ji Erdogan û alîgirên wî re deynin. Her ciwan û şervanekê wê tola hevalên xwe yên şehîd hilîne.”
Derwîş anî ziman ku ew ê bi şerê gel ê şoreşgerî bersiveke xurt bidin Erdogan.