Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Swêdê bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek li dar xist.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve a rêveberiya xweser Ebdulkerîm Omer, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Jozef Lehdo û nûnerên partiyên sêwdî, kurdî û suryanî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer pêşî 10 salên şoreşê silav kir.
Piştre bal kişand ser peymana di navber Tirkiyê, Swêd û Fînlandiyayê de û bi “Neserkeftî” bi nav kir û got:
Kesên ku peyman îmze kirine, ji bîr kirin ku YPG û YPJ’ê şerê rêxistina herî terorîst a DAIŞ`ê kirin.
Jozef Lehdo jî diyar kir ku ew ê herêm û gelên xwe ji gef û êrişan Tirkiyê û yên din biparêze.
Bi navê Partiya Çep a Swêdê, endamê parlamantoyê Lotta piştgiriya xwe bi hemû komên azadîxwaz re anî ziman û got: Peymana Tirkiyê û Swêd bi şermek e û wê ne li gorî berjewendiyên Swêdê bin.
Parlamanterê ji Partiya Sosyal Kader Casirga nerazîbûn nîşanî peymanê da û wekî dijbertiya tevahî nirxên demokrasî û mirovê yên li Swêdê bi nav kir.