Bedran Çiya Kurd: Hewesta Rûsya û Îranê ya di civînê de têrê nake

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd helwesta Rûsya û Îran li hember êrişeke nû li dijî herêmê têrker nedît û got:
“Helwestên bi vî rengî têrê nakin ku rê li pêşiya dewleta Tirk bigirn.”
Çiya Kurd li hember gefên Tirkiyê bang li gelê herêmê kir ku xwe li gorî rewşa awarte amade bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd mijarên di rojevê de di ajasa Hawarê re nirxandin.

Bedran Çiya Kurd destpêka nirxandina xwe behsa civîna sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê ya li Teharanê û armancên wê kir.

Çiya Kurd anî ziman helwesta Rûsya û Îranê ya derbarê êrişeke nû li dijî herêmê de bi wî rengî, têrê nake ku pêşî li dewleta Tirk bigirin.

Bedran Çiya Kurd: Bazarên li ser hesabê Sûriyê, wê nekevin xizmeta çareseriya siyasî

Bedran Çiya Kurd dibêje bazariyên li ser hesabê Sûrî tên kirin, nakevin xizmeta berjewendiyên çareseriya siyasî li Sûriyê.

Çiya Kurd: Divê hikumeta Şamê xwedî helwest be û diyalog dest pê bikin

Li hember van gef û êrişan jî Çiya Kurd bang li hikûmeta Şamê jî kir ku xwedî helwest be û ji bo çareserkirina aloziyê, diyalogên Sûrî-Sûrî werin destpêkirin.

Çiya Kurd: Divê gel xwe li gorî rewşa awarte bi rêxistin bike

Dawiyê, Bedran Çiya Kurd bang li gelê herêmê jî kir ku xwe li gorî rewşa awarte bi rêxistin bikin.

Back to top button