Şaxewan Ebdullah bang li Iraqê kir: Helwesteke tund nîşan bide!

Gelek partî û kesayetên Başûrê Kurdistanê jî li hmber vê komkujiy dewleta Tirk bi hêrs in û banga hesabxwestinê dikin.
Dibêjin:”Sedema van êrişan lewaziya serweriya hikûmeta Iraqê ye”
Û bang li xelkê Iraq û Başûr kirin ku li dijî êrişan dakevin qadan.

Li Başûrê Kurdistanê jî partî û aliyên siyasî bertekên tund nîşanî êrişa dewleta Tirk a li Zaxoyê didin.

Endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Şaxewan Ebdullah dibêje “Tirkiye naxwaze li Kurdistanê bi giştî aramî û ewlehî hebe.”

Ebdullah bang li Iraqê kir ku li hember êrişan helwestekê tundî nîşan bide û bang li xelkê Iraq û Başûr jî kir ku bibin yek û li dijî êrişan dakevin qadan.

Hesen Emîn: Sedema êrişan lewaziya serweriya hikûmeta Iraqê ye

Çavdêr û siyasetmedarê Kerkûkî Hesen Emîn Şêxanî jî anî ziman ku sedema zêdebûna êrişan, lewaziya serweriya hikûmeta Iraqê ye.

Welatiyên Hewlêrê: Tirkiye mafên mirovan binpê dike

Welatiyên Hewlêrê jî der barê mijarê de axivîn û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakvanê civaka sivîl Faris Hesen anî ziman ku Tirkiye serweriya xaka Iraqê û mafên mirovan binpê dike.

Welatiyê bi navê Bextiyar Kerîm jî tekez kir divê hemû aliyên siyasî yên Başûr li dijî dagirkeran xwedî yek helwest bin.

Back to top button