Li Xaneqînê welatiyan ala Tirkî şewitandin

Li Başûrê Kurdistanê jî li dijî komkujiya Zaxo, çalakî û daxuyaniyên şermezarkirinê zêde dibin.
Di van çalakî û daxuyaniyan de banga darizandina dewleta Tirk li qada navdewletî hat kirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî hêrsa li dijî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê zêde dibe.

Welatiyên navçeya Xaneqîn bi şewitandina ala Tirkî komkujî şermezar kirin.

Hizba Komînîst a Başûrê Kurdistan: Divê gel li dijî dagirkerî rabin

Li Silêmaniyê jî Hizba Kominîsta Karkerên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk û komkujiya li Zaxoyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li hemû gelên li Başûrê Kurdistan û Iraqê hat kirin ku li dijî destdirêjiyên dewleta Tirk rabin.

Ciwanên welatparêz li Zaxo êriş şermezar kirin

Ciwanên Welatparêz jî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Seyrangeha Perexê ya Zaxo pêk anî şermezar kir.

Ciwanan bang li rayedarên Başûr kir ku li dijî êrişan xwedî helwest bin.

Şêniyên Wargeha Mexmûrê: Divê baregehên Tirkî li Başûr bên derxistin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Ev komkujî encama bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistan û ya Iraqê li ser êrişên domdar ên Tirkiyê ne.”

Ji bo ev komkujî dubare nebe, divê hikûmeta Başûr û ya Iraqê baregehên Tirkiyê ji Başûr û Iraqê derxînin.”

 TAJÊ: Gel dikare leşkerên Tirkî ji nav xaka Iraqê derbixe

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ jî komkujiya li Zaxo şermezarkir û got:

“PDK’ê dixwaze êrişên li ser sivîl û axa Iraqê rewa bike.

Bi vî awayî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re piştrast dike.”

TAJÊ tekez kir derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê, tenê wê bi raperîna gel bibe.

Back to top button