HRW: DIVÊ YEKSER HERSÊ ŞAREDAR BO PEYWERA XWE BÊN VEGERANDIN

Rêxistina Mafên Mirovan ya navdewletî (Human Rights Watch) têkildarî darbeya 19’ê Tebaxê diyar kir ku bi vê gavê hilbijartinên 31’ê Adarê tên binpêkirin got: Divê yekeser hersê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bo peywera xwe ya şaredariyê bêne vegerandin. 

Rêxistina Mafên Mirovan ya navdewletî (Human Rights Watch) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

Dûrxistina şaredarên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, tê wateya binpêkirina mafê dengdan û hilbijartinê û ragirtina demokrasiya xwecihî.

Divê yekser hersê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bo erka xwe ya şaredariyê bêne vegerandin.

Dewleta Tirk bi dûrxistina hersê şaredaran û danîna qeyûman li şûna wan, hilbijartina 31ê Adarê hildiweşîne.

Rêxistina Mafên Mirovan ya navdewletî (Human Rights Watch) di daxuyaniya xwe de tekez kir ku bêparkirina bajarên Kurdan ji nûnerên hilbijartinê, ji bo herkesî metirsî ye.

Leave a Reply

Back to top button