Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê encamnameya civînê eşkere kir

Koalîsyona Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê careke din diyar kir ku nabe xemsarî pêk were.
Kampa Holê ya malbatên DAIŞ’î lê ne, jî di rojeva Koalîsyonê de bû.
Koalîsyonê ji bo çareseriya rewşa Sûrî jî îşaret bi NY kir û got:
Em ê di çarçoveya NY de, piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê bikin.

Rastiya metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser cîhanê divê neyê paşguhkirin.

Di her fersendê de rêveber û hêzên leşkerî yên li bakur û rojhilatê Sûriyê vê yekî tînin ziman.

Ji ber di rewşek ya xemsariyê de, çeteyên DAIŞ, di serî de li Sûrî û Iraq li welatên din xwe careke din komî ser hev dikin.

Koalîsyona Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî ev gotinên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî careke din piştrast kirin.

“Em ê di çarçoveya ny de piştevaniya çareseriya Sûriyê bikin”

Wezîrên Karên Derve yên welatên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ku Îlona 2014’an hatî avakirin doh careke din li paytexta Erebîstana Siûdî careke din kom bûn.

Civîn piştî nirxandinên li ser metirsî û dawî anîna DAIŞ’ê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

Di encamnaya ku koalîsyonê parve kirî de, îşaret bi rewşa aloz ya li Sûriyê jî hate kirin û wiha hate gotin:

Koalîsyon wê ji bo piştgiriya çareseriya siyasî ya herdemî di krîza Sûriyê de li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li kêleka gelê Sûriyê be.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser “aramiya” li herêmên ku ji DEAŞê hatine rizgarkirin û wiha hate gotin:

Ji bo avakirina şert û mercên çareseriya siyasî li seranserê Sûriyê pêk tên, wê piştevaniya xebatên lihevkirin û ji nûve avakirinê bê kirin.

Koalîsyonê îşaret bi vegera malbatên DAIŞ’î yên li Kampa Holê û Roj bo welatên wan kir.

Şervanên QSD’ê di 23’ê Adara 2019’an de li Baxozê di aliyê cografî de DAIŞ’ê tine kir.

12 hezar DAIŞ’î yên ji 54 welatên cûda di destê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de ne.

Bi dehezaran malbatên DAIŞ’ê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bi cihkirin.

Li Erebîstana Siûdî civîna têkoşîna li dijî DAIŞ’ê

Back to top button