Li Sûdanê şerê li ser herêmên leşkerî dewam dikin

Li Sûdanê şerê dijwar ê di navbera artêş û Hêzên Piştevaniya Bilezde, gurtir dibe.
Şerê ku bi xwe re felaketeke mezin anî Sûdanê vê carê jî berê xwe da herêma leşkerî ya stratejîk a li başûrê paytext Xertûmê.

Li Sûdanê şerê dijwar ê di navbera artêş û Hêzên Piştevaniya Bilezde de, bi giranî didome.

Îro jî herêma leşkerî ya stratejîk a li başûrê paytext Xertûmê, bû navenda şer.

Li gorî îddayan Hêzên Piştevaniya Bilezde tevahiya kompleksa leşkerî kontrol kirine.

Artêş Sûdanê jî ji bo pêşîgirtina vê yekê hêzeke leşkerî ya mezin ber bi wir ve şand.

Her wiha hêzên artêşê doh ji bo rakirina dorpêça li ser yek ji girîngtirîn navçeyên leşkerî yên Xartûmê dest bi êrişên esmanî kiribû.

Hêzên Piştevaniya Bilezde jî li ser rûpela xwe ya Facebookê dîmenên ku tê de xuya dikin ew hîn jî li navenda Yermûkê ne parve kir.

Li aliyê din ji ber şerê heyî gelek deverên Sûdanê bi vêraniyekî mezin re rû bi rû ne.

Di encama şer de depoya gazê ya sereke ya ku gaza navxwe dide Xertûmê û beşeke mezin ji parêzgehan agir pêgir û şewitî.

Tevî hemû hewildanên artêşê jî agir nehate vemirandin.

Li Sûdanê şerê dijwar di hefteya 8’an de ye

Back to top button