Çeteyan li Raco jinek êşkence kir û li ser jineke din bac ferz kir

Li navçeya Raco ya Efrînê çeteyan jinek êşkence kir û mala jineke temenmezin jî destser kir.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê ragihand, ku çeteyan jina bi navê Emîne Mistefa Umer a ji gundê Kosa yê navçeya Raco bi giranî êşkence kir.

Emîne ji ber daxwaza dikana xwe ya li gundê Meydan Ekbez ji çeteyan kir, bi giranî hat êşkencekirin.

Li gundê Goliya yê Raco jî, çeteyan 2 hezar Lîreyên Tirkî bac li ser jina bi navê Fatme Mihemed ferz kir.

Hat zanîn ku ji ber Fatme sewalên xwe di zeviyê birayê xwe de diçêrand, çeteyan bac li ser wê ferz kir.

Çeteyan li Efrînê mala jineke temenmezin desteser kir û ji malê derxist

Li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê jî, jina temenmezin a bi navê Nezîfe ya ji gundê Hec Qasim ê Mabata, ji mala xwe bi darê zorê hat derxistin û mala wê hat desteserkirin.

Li gorî Malpera Afrinpost, çeteyan mala wê jinê bi 500 dolarî firot.

Back to top button