Artêşa Yemenî çend deverên di destê Hûsiyan de kontrol kirin

Artêşa Yemenê çend deverên nû yên li rojavayê Te’ezê ku di destê Hûsiyan de bûn, kontrol kirin.

Çavkaniyeke Leşkerî ya Yemenî tekez kir ku hêzên Artêşa Niştîmanî yên girêdayî Hikumeta serok Ebd Rebo Mensûr Hadî, deverên nû li eniyên Meqbene û El Kedha li rojavayê Te’ezê, piştî şer û pevçûnên bi Hûsiyan re, vegerandin.

Çavkaniyê eşkere jî kir ku jimarek kuştî û birîndarên Hûsiyan çêbû û çendên mayîn jî reviyan..

Back to top button