PYD: 12’ê Adarê bû çirûska destpêkirirna projeya neteweya demokratîk

PYD’ê bi gotina “Gelan bersiva rejîma Bees di 12’ê Adarê da” û Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê bi gotina” Şehîdên 12’yê Adarê nirxên şoreş û serbilindiya gelê me ne” serhildana 12’ê Adarê bi daxuyaniyên cuda bi bîr anî.

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi boneya salvegera 17’emîn a Serhildana 12 Adarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev serhildan bû wesîleya destpêkirina projeya neteweya demokratîk.

PYD di daxuyaniya xwe bi tundî ev kirin şermezar kir û anî ziman ku:

Rejîma Baas hewl da ku di navbera Kurd û Erebên bajarê Qamişloyê de tevlihevî û ftineyeke qirêj derxîne, armanca wê jî ku nasnameya Kurdî li Rojava û Sûriyê tune bike.

Lê gelê Kurd bersiva rejîma Baas da û jê re teqez kir ku ew ji planên wî yên rijandina xwînê hişyar e.

PYD’ê piştrast kir ku serhildana 12’ê Adara 2004`an bi serkêşiya gelê Kurd destpêkirina pêkanîna projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû.

Meclisa Cizîrê: Şehîdên 12’ê Adarê nirxên şoreş û serbilindiya gelê me ne

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê jî, ji bo heman boneyê da zanîn ku şehîdên 12’ê Adarê nirxên şoreş û serbilindiya gel e.

Meclisê got:

Serhildana 12’yê Adarê benda tirsê şikand û rihê Serhildana Qamişlo bû çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi encam bûye.

Divê yekîtiya Kurd were avakirin û parastina destkeftiyên gel ên bi saya şehîdan bi dest ketiye, pêk bê û dagikerî li herêmên me; Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê were bidawîkirin.

Back to top button