QSD: Girtina kesan berpirsyariya saziyên dad û Hêzên Asayîşê ye

QSD’ê îdiayên der barê girtina endamên Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor de red kirin û tekez kir ku tu têkiliya wan bi girtina van nûçegihanan tune ye.

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor beriya demekê bi daxuyaniyekê idîa kiribû, ku QSD’ê 3 rojnamevanên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine.

QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev idîa ne-rast in û tekez kir ” Mijarên girtinê yên bi vî awayî, berpirsyariya saziyên dadê û Hêzên Asayîşê ne.”

QSD’ê dibêje:

“Em tekez dikin ku QSD ne berpirsê sepandina qanûnan e û bikaranîna qanûnan li dijî kesan ne karê me ye.

Tu têkiliya hêzên me bi dozên girtinê yên ku Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor idîa kiriye; tune ye.”

Back to top button