HPG: Li Muşê 7 û li Zapê 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê li arteşa Tirk da û 7 dagirker hatin kuştin.
Her wiha HGP’ê nasnameya gerîlayêkî eşkere kir û ragihand hevreyêkî wan jî dîl ketiye destê dijmin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla li dijî dagirkeriya tirk belav kir.

Li gorî vêr,

“18’ê Mijdarê li derdora gundê Leylegê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên gerîla de şerekî giran qewimî.

Di vî şerî de, 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin..

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

4’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, tîmên gerîla yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di encamê de dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê jî tîmên gerîla bi çekên giran li dagirkeran xistin û li vir dagirkerek hat kuştin..

Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî bi çekên giran li dagirkeran hat xistin..”

HPG: Arteşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe êriş kir

HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk de jî ev agahî dan:

“Carekê bi bombeyên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer,

28 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran qadên parastinê hatin bombebarankirin.”

HPG nasnameya Gerîlayekî şehîd eşkere kir

Her wiha HPG ragihand ku di şer de hevriyê wan Aso Ferzad şehîd bûye û hevalekî wan jî dil ketiye destê dijmin. û ev yek got:

“Hevrêyê me Aso ku têkoşîna azadiyê bi fedakariyeyek mezin meşand, rastiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya têk naçe careke din raxist pêş çavan. ”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di serî de ji malbata hevrêyê xwe yê şehîd, sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan nû kir.

Back to top button