Li Tirkiyê enflasyon: TUÎK %84, ENAG %170

Rejîma faşîst ya AKP’ê tevî hemû dek û dolapan nikare krîza li nava welat veşêre.
Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ku ji ber têkiliya xwe ya bi desthilatdariyê re bûye cihê nîqaşê, diyar kir ku enflasyon gihîştiye ji sedî 84,39’an.
ENAG’ê jî ragihand, ku enflasyona salane ji sedî 170 ye.

TUÎK ku guman jê tê kirin hejmar û daneyên rastî vedişêre, bihayê serfkaran a meha Mijdarê eşkere kir.

Li gorî TUÎK’ê enflasyon meha Mijdarê gihîşt ji sedî 84,39.

Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAGRUP) jî heman rojê daxuyaniyek da û diyar kir ku enflasyona salane ji sedî 170 ye.

Têkildarî enflasyona salane, di meha Cotmehê de TUÎK’ê ragihandibû ku ji sedî 85,51 ye, ENAG’ê diyar kiribû ku ji sedî 185’e.

Bi sîstema nû ya rejîma AKP’ê ku her tişt xistiye bin kontrola Erdogan de, li welat asta hejariyê giştiye ya herî xerab.

Li gorî polîtîkayên aborî yên li welat tê meşandin, dewlemend li ser hesabê hejaran hîn dewlementir dibin.

Back to top button