Muqteda El-Sedir “Kum Şîn” betal kir

Lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda El-Sedir, ragihand ku “Kum Şîn” ên ku weke alîgirên wî tên naskirin û bi kuştina xwepêşanderan de hatin sûcdarkirin, betal kir.

Alîgirên Muqteda El-Sedir, ên bi navê “Kum Şîn” girêdayî ‘Tugaya Aştiyê’ ne û weke şervanên bê çek tên naskirin.

“Kumên Şîn”, di şerên dawî yên di xwepêşandanên li dijî hikûmetê ya li Iraqê, bi kuştina 8 kesan tên sûcdarkirin.

Sadir piştî nerazîbûnan zêde, îro ragihand ku ew “Kum Şîn” betal dike.

Lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda El-Sedir, berî deh rojan piştgirya xwe ji serokwezîrê nû Mihemed Elawî teqez kiribû û desteka xwe ji xwepêşandanan re kişandibû.

Lê tevî wê jî xwepêşandanên li kolanên Iraqê ranawestiyan û hêrs zêdetir bû.

Di xwepêşandanên li Iraqê de, heya niha 500 kes hatine kuştin, derdorî 30 hezar kes jî birîndar bûne.

Back to top button