Li Başûrê Kurdistanê, 18 kes bi vîrûsê ketin

Li Başûrê Kurdistanê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û li Îranê jî daneyên bilind tên tomar kirin.

Belavbûna vîrûsa coronayê ku li gelek welatên cîhanê nehatiye kontrolkirin, hîn li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî dewam dike.

Wezareta Tendirustî ya Herêma başûrê Kurdistanê diyar kir ku li bajaroka Kifrî ya ser bi navçeya Kelar a Germiyanê jinek temen 63 salî bi virûsê ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Li Hewlêrê jî kesekî 51 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî wezaretê, li Germiyan û Dihokê jî 18 kes bi vîrûsê ketine.

12 ji wan şêniyên bajarokê Kifrî û 4 ên navçeya Kelarê ne û 2 jî ji Bexda û Tirkiyê hatine.

Her wiha Wezareta Hundirin a başûrê Kurdistanê ragihand ku qedexeya nederketina derve heta 6 Hizêranê hatiye ragihandin.

Tevî liv û tevgerek kêm îro piraniya dikan û bazarên Silêmaniyê û Hewlêrê girtî bûn.

Heta niha li Herêma Başûrê Kurdistanê 745 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji vane 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 460 kes sax bûne û 317 kes di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Li rojhilatê Kurdistan û Îranê, 2979 kes bi vîrûsê ketine û 81 jî mirin

Wezareta Tenduritiyê ya Îranê ragihand ku di 24 seatên dawî de 3 hezar û 117 kes bi vîrûsê ketine û 64 kes jî mirine.

Wezaretê diyar kir ku heta niha li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê 157 hezar û 562 kes bi vîrûsê ketine û 7 hezar û 878 kes jî mirine.

Back to top button