Efrîn.. Çeteyan li navçeya Şera bi sedan dar birîn

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dewam dike. Çetyan ji navçeya Mabata welatiyekî din revandin. Çeteyan ji bo ku wargehên nû ava bikin bi sedam darên zeytûnê li navçeya Şera birîn. Li aliyekî din çete bacê li ser welatiyan ferz dikin.

Hat diyar kirin çeteyên dewleta Tirk zêdetirî 100 darên zeytûnan ên di navbera gundên Elka û Kefrrûmê yên navçeya Şera yê birîn.

Hat ragihandin çete darên ku dibirin weke êzing li bazaran difiroşin û li şûna darên ku dibirrin jî ji bo malbatên xwe wargehên nû ava dikin.

Her wiha çeteyan li Mabatayê qadên berfireh ên daristanên di navbera gundên Hec Qasim û Mist Eşîra de birîn, da ku wan daran bifroşin û baregehên leşkerî ava bikin

Çete li gundê Beradê Bacan li şivanan ferz dikin

Li aliyekî din jî serçete, li gundê Beradê bacan li ser şivanan ferz dikin.

Hat diyarkirin ku çete ji bo her serê pezekî mehê 5 hezar lîreyê Sûrî dixwazin, da ku şivan karibin pezên xwe li zeviyên gund biçêrînin.

Çeteyan welatiyekî din ji navçeya Mabata revand

Li aliyê din jî çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Hesen Hac yê ji Mabatayê revandin.

Hat gotin cara sêyeme ku Mihemd tê revandin û heya niha aqubeta wî ne diyar e.

Back to top button