Rêveberiya Xweser: Bila welatên Ewropayê helwestên xwe li hember Tirkiyê biguherin

by ehmad aseed
175 views
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatên Ewrûpayê kir ku li dijî dagirkerî û qirkirinên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Rêveberiyê destnîşan kir ku tevî hemû pêkhateyan ew ê li dijî dagirkeriyê bi her awayî li ber xwe bidin û nirxên mirovahî û demokrasiyê biparêzin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro der barê koçberên ji Sûriyê de ku dewleta Tirk li dijî Yekîtiya Ewrûpayê gefekî bikartîne daxuyanî da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi alîkariya çeteyên xwe binpêkirina hevpeymana agirbestê û ya li Soçiyê di navbera Emerîka, Rûsya û Tirkiyê de pêk hatibû didomîne.

Rêveberiyê da zanîn ku ji ber vê yekê bi hezaran kes koçber bûn, bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan û rewşa mirovî xirabtir bû.

DEWLETA TIRK BI ÇEKÊN EWRÛPAYÊ ÊRÎŞ DIKE

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de çekên YE û NATO’yê bikartîne lê tevî yekê koçberên ji Sûriyê xweke zextekê li dijî Ewrûpayê bikartîne û weha got:

“Di nav van de bi hezaran malbatê DAIŞ`î û El-Nusra hene. Erdoga dibêje ku li herêma Efrînê 400 hezar koçberên Sûriyê bi cih kirin, lê beramberî wê bi sed hezaran ji şêniyên Efrînê dan koçberkirin.”

Rêveberiya Xweser gotinên Angela Merkel ku gotibû wê ji bo koçberên Sûriyê ew amade ne alîkariya Tirkiyê bikin bibîrxist û got, “Lê dema ku bi sed hezaran ji Efrînê koçber bûn, ti daxuyaniyên şermezarkirinê li dijî Erdogan nehat dîtin.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku bêdengiya dewletên Ewrûpî yê li hember dewleta Tirk tê wateya qebûlkirina dagirkeriyê û zextên li dijî pêkhateyên herêmê û qirkirina wan û ev bang kir:

“Divê YE û hemû dewletên cîhanê rêzê nîşanî gelê xwe û nirxên demokrasiyê bidin. Li şûna ku desteka leşkerî û madî ji Tirkiyê re bikin û divê helwesta xwe diyar bikin û cezayan li ser dewleta Tirkiyê ferz bikin, da ku êrîşên xwe bide rawestandin.”

EM Ê NIRXÊN DEMOKRASÎ Û MIROVAHIYÊ BIPARÊZIN

Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê bi tevahî pêkhateyên xwe, parastina nirxên demokrasiyê ya mirovahiyê bidomînin û weha got:

“Berdêl çi dibe bila bibe, wê berxwedan heta bidawîkirina dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk bidome.”