Koçbereke din a Îraqî li kampa Holê hate kuştin

Li Kampa Holê ku tevgera şaneyên Daiş’ê yên veşartî lê zêde bûye, bûyerên kuştinê didomin.
Îro jî dîsa koçbereke din a Îraqê di kampê de hate kuştin.

Rêveberiya Kamapa Holê ragihand ku îro koçbera Iraqî a bi navê Nahide Emîn Mehdî li Kampa Holê kuştî hate dîtin.

Koçbera Iraqî ku gule li serê wê hatibû xistin, di beşa yekem ya kampê de kuştî hate dîtin.

Duh jî li kampa Holê jina bi navê Letîfe Silêman ya 63 salî ku ji bajarê Helebê ye li beşa 5 a kampê bi kêran hatibû kuştin û cenazeyê wê li cihê kanalizisyonê hatibû avêtin.

Back to top button