HPG’ê: Dewleta Tirk bi nûçeyên derew wê nikaribe têkçûna xwe veşêre

Dewleta Tirk a dagirker ji 23 Nîsanê ve êrişî başûrê Kurdistanê dike û gerîla jî bi berxwedaneke mezin bersiva êrişan dide.
HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk êrişên hewayî yên giran pêkanîne, lê tiştek bi hêzên wan nehatiye.
HPG’ê destnîşan kir ku dagirker wê nikaribin têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla veşêre.

Têkildarî êrişan û propangandayên derew yên dewleta Tirk Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê destnîşan kir di encama çalakiyên xurt ên demên dawî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran xwar, hewl dide bi êrişên hewayî yên giran ên li ser qadên gerîla encamê werbigire.

HPG’ê da zanîn di êrişên hewayî yên artêşa Tirk de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

HPG’ê di dewama daxuyaniyê de wiha got,

“Dewleta Tirk a mêtinger bi rêya medya xwe ya şerê taybet îdîa dike ku di êrişan de windahiyên me çêbûne.

Dewleta dagirker li ser vê yekê ji xwe re hejmaran diyar dike, nûçeyên derewîn amade dike û dixwaze hem raya giştî bixapîne hem jî têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla binixumîne.

Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin propagandaya şerê taybet a dagirkeran ku li ser derewan dike.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî ên artêşa Tirk a dagirker ên “bêencam” , ev agahî parve kir:

“12, 13 û 14’ê Kanûnê li herêma Garê gundê Dêrîkê yê ser bi navçeya Duhokê û qada Sêdarê; qadên Kûnîşka, Şehîd Rustem, Karker û Çemço yên herêma Zapê bi balafirên şer bombebaran kir.”

Back to top button